Piştî 6 milyar dolar, Tirkiyê daxwaza pereyên zêdetir ji Ewropayê dike

Dewleta Tirk a dagirker penaberên li Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û mîna gefekê li dijî Ewropayê bikar tîne.Piştî ku YE 6 milyar dolar ji bo penaberên li Tirkiyê veqetandin, dewleta Tirk daxwaz pereyên zêdetir dike.

Cîgirê wezîrê karê derve yê dewleta Tirk Faroq Qaymakçî ragihand ku divê YE piştgiriya darayî ji bo penaberên Sûrî yên li Tirkiyê zêdetir bike.

Faroq Qaymakçî idîa kir ku 6 milyarên ku YE ji bo penaberên li Tirkiyê veqetandine ti pirsgirêkên wan çareser nakin.

Hefteya borî jî YE ragihand ku li gorî hevpeymana têkildarî penaberên li Tirkiyê ku sala 2016an navbera Tirkye û YE te pêk hatiye, YE 6 milyar dolar bi temamî ji bo penaberên li Tirkiyê veqetandiye.

Bi vê yekê YE hevpeymanê bi tememî pêk tîne.

Leave a Reply

Back to top button