Doh dagirkeriya Tirk li dijî gundên Minbicê êriş pêk anî, 2 zarok şehîd û 3 jî birîndar bûbûn.
Ji 2 zarokên birîndar qonaxa xeteriyê derbas kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundê Tehna yê li rojavayê kantona Minbicê topbaran kir.
Di encama êrişê de, Zarokên bi navê Ebdo û Casim şehîd bûn.
Her weha 3 zarok jî birîndar bûbûn û rakiribûn Nexweşxaneya Firatê ya Kobanê.
Li gorî agahiyên ku bijîşkan dane, Casim Mehmûd El Casim û Muslim Casim El Casim qonaxa xetereyê derbas kiriye û rewşa wan baş e.
Ehmed El Casim jî ji ber parçeyên topan ketine serî wî, di bin çavdêriya awarte de ye



