Dewleta Tirk nasnameyên Tirkî li xelkên Girê Spî feriz dike

Bi armanca guhertina demografîk dewleta Tirk nasnameyên Tirkî li Girê Spî belav dike.

Li gorî agahiyan dewleta Tirk nasnameyên Tirkî li xelkên Girê Spî û malbatên çeteyan ferz dike.

Hate diyarkirin jî ku dagirkeriya Tirk derdora 250 çete li Tirkiyê perwerde kirine da ku karê polîsan li Girê Spî bimeşînin, piraniya wan jî ji parêzgehên Idlib û Humusê ne.

Her wiha hate ragihandin ku li derdora gundê Koremaza yê 12 KM dikve bakurê rojhilatê Eyn Îsayê sewqiyeta leşkerî berdewam dike û îro gelek panzêr lê hatine bicihkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button