Çeteyan ciwanekî Efrînî li Idlibê kuşt

Komên Tirkiyê ciwanekî Efrînê li Idlibê kuşt.
Li gorî nevenda belegekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî, piştî ku fideyeya dixwestin negihaşt wan, çeteyan ciwanê bi navê Mihemed Bekir kuşt.

Mihemed sala 1995’an ku gundê Dimêlê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayîk bûye.

Dema dixwest ji ber rewşa xerab a li Efrînê bi penberan re, derbasî axa Tirkiyê bibe, tê girtin.

Li gorî navendê, berî kuştina wî, çete dengê Mihemed ji biryayê wî “Celal” re dişînin û tê de dibêje; “Ev roja dawî ji jiyana min e, bi xatirê we Yadê û Yabo, li xwe miqate bin.”

Navendê eşkere kir, malperên komên çete wêneyê cenazeya Mihemed belav kir ku tê de kuştina wî bi guleyekê di serî wê de, xuya dibe.

Leave a Reply

Back to top button