Xwepêşandanên Libnanê ji ber gaza rûndikrijê, bi dehan birîndar çêbûn

Di xwepêşandanên gelêrî yên Libnanê de, bi dehan birîndar çêbûn.

Hêzên ewlekariya Libnanî duh gaza rûndikrij û guleyên pilastîk avêtin xwepêşanderên Beyrûtê.

Di encamê de, bi dehan kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa netewî ya ragihandinê, dilê gelek kesan ji ber rûndikrijê êşiya.

Desteya parastinê ya sivîl jî anî ziman ku wan 54 birîndar derman kirin û piraniya wan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Ji aliyê xwe ve, hêzên ewlekariya hindirîn ragihand ku herî kêm 20 polîs birîndar bûn.

Li gorî hinek govanan, polîs û hêzên ewlekariyê duh bi giranî li Beyrûtê belav bûbûn û li pey xwepêşanderan diketin û hinek ji wan binçav kirin.

Ji 17ê Cotmehê de û heya niha gelên Libnanê ji bo desthilatdariyê li ser pêyan in.

Leave a Reply

Back to top button