Emîna Umer: Rusya ji bo çareseriyeke Sûrî-Sûrî rolek cidî nalîze

Hevseroka MSD’ê Emîna Umer diyar kir ku tekane rêya aloziya sûriyê çareser dike, diyaloga Sûrî-Sûriye , ji ber vê yekê divê dewletên garantorên Astana û Rejîma Sûriyê hişmendiya xwe ya paşguhkirina aliyên aktîv rake.
Emîn Umer rexne li Rusya kir û got: Divê Rusya di helwesta xwe di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîmê de cedî be.

Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Emîna Umer der barê encamên civînên Astana 14, daxuyaniyên aliyên garantor û rejîma Sûriyê de ji Ajansa Hawarê re axivî.

Hevseroka MSD’ê Emîna Umer encamên civîna 14’emîn a Astanayê wek civînên berê yên binkeftî bi nav kir.

Emîna Umer diayr kir ku di civîna Astanê de crek din Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk bi parçebûna Sûriyê hatin tewanbarkirin.

Emîna ev tewana red kir û destnîşan kir ku ev nirxandin, nirxandinên neynîn e.

Her wiha Emîna Umer derbarê daxuyaniyên Rejîma Sûriyê yên der barê projeya Rêveberiya Xweser de da xuya kirin ku rejîm bi helwestên bi vê rengê rê li ber çareseriya aloziya sûriyê digire.

Hevseroka MSD’ê Emîna Umer:
Divê aliyên siyasî hişmendiya paşgûh kirina aliyan berdin

Hevseroka MSD’ê helwesta rejîma Sûrî û aliyên garantor ên Astanayê rexne kir û diyar kir ku gelên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî projeyeke niştimanî ne,projeyek MSD’ê û Rêveberiya Xweser ya siyasî heye.

Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Emîna Umer bi tundî rola Rusya ya pêşxistina têkiliyên navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûrî de rexn kir û ragiha ku divê Rusya di vê yekê de cedî be.

Leave a Reply

Back to top button