Li pêşiya Oesra Spî li dijî dagirkeriyê çalakî pêk hat

Li pêşiya Qesra Spî, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî doh xwepêşandanek hate li darxistin. Xwepêşanderan bang Emerîkayê kirin ku dawî dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê bînin.

Kurd û dostên xwe li pêşiya Qesra Spî bi xwepêşandaneke dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Emerîkayê Sînem Mihemed û kurdên ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Xwepêşandêran ji bang li rayedar û serokê Emerîkayê kirin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.

Rûkên Qertmenî a ji Qamişlo ku tevlî çalakiyê bûbû jî diyar ew ji bo gel û malbata xwe ya li Rojava tevlî çalakiyê bûye û got, “Divê herkes bizanibe ku dewleta Tirk çawa Kurdan mecbûrê koçberiyê dike.”

Dostekî Kurd yê bi navê Can jî piştgirya xwe ji bo gelê Kurd anî ziman û bang li hêzên siyasî kir ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê bînin.

Leave a Reply

Back to top button