KCDK-E bang li hemû Kurdan kir li dijî serdana Erdogan ya Cenevreyê dakevin qadan û nerazîbûnên xwe bînin ziman.
Ji ber ku Serokkomarê Tirk Erdogan wê di 17 û 18’ê Kanûnê de biçe Cenevreyê û tevlî Forûma Penaberan a Global bibe, KCDK-E nerazîbûn nîşan da.
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E’yê der barê mijarê de daxuyaniyek da û bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê û sûcên şer yên li dijî Kurdan.
KCDK-E komkujiya Til Rifetê ya li dijî zarokan bibîrxist diyar kir ku Erdogan dîktatorekî weha ye ku bi hişmendiya DAIŞ’ê tevdigere û qirkirina hemû pêkhateyan hedef digire.
KCDK-E’yê li dijî serdana Erdogan banga çalakiyan kir û weha got:
“17-18’ê Kanûnê beriya civîna li Ofîsa Cenevreyê ya NY’yê û dema civînê Kurd, dostên wan û dilxwazên mirovahiyê, gelê Swîsre ku xwedî rêça demokrasiyê wê li meydanan bin. Em bang li Kurdistaniyan, dostên wan, gelên Ewrûpî û dilxwazê mirovahiyê dikin ku li dijî dîktatorê devbixwîn dakevin qadan.”
Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê û Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê da zanîn wê tevlî çalakiyên protestoyî
yên li Cenevreyê bibin.