Ibrahîm Kalin: Şerekî bi wekalet li Sûriyê heye

Dewleta Tirk rola xwe ya xerabker li Sûriyê ji bîr dike û idia dike ku şerekî bi wekalet li Sûriyê heye.

Berdevkê serokkomarê Tirkiyê Ibrahîm Kalin idia kir ku şerekî bi wekalet li qada Sûrî diqewime û divê berjewendiya gelê Sûrî di ser hemû berjewndiyên din re were girtin.

Tevî Tirkiyê beşekî mezin ji Sûriyê dagir kiriye û aloziya Sûrî kûrtir kiriye, Kalin idia kir ku Tirkiyê ji bo çareserkirina aloziya Sûrî dixebite û bal kişand ser danûnstandinên navbera Erdogan û Putin û wiha got:

ALOZIYA SÛRÎ
KALIN: TI KES NAXWAZE ESED RAKE.. DIVÊ XEBATÊN ÇARESERIYÊ WERIN KIRIN

Em dibînin ku çi operasyoneke leşkerî li Idlibê çêbibe, dê xwedî encamên kambax bin û pêleke nû a koçberiyê çêbibe.

ALOZIYA SÛRÎ
ÇAVUŞOGLU: HIKUMETA ESED NE REWA YE

Ji bo guhartina rejîma Sûrî jî, berdevkê Erdogan anî ziman ku ti kes nema dixwaze rejîmê biguharîne û êdî divê xebat ji bo çareseriyê werin kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu teqez kir ku hikumeta li jêr desthilata Beşar el-Esed, hikumetek ne rewa ye, lê eger destûrek baş hat sazkirin ew tiştekî din e.

Leave a Reply

Back to top button