Wikileaks: ”OPCW’ serdana dûmayê nekiriye

Malpera Wikileaks ragihand ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW serdana bajarê Dûma yê Şamê nekiriye û heta niha der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ti lekolîn pêk nehatine.

Malpera Wikileaks têkildarî mijarê belgeyek li ser malpera xwe belav kir.

Wikileaks di belgeya xwe de diyar kir ku xebatkarên OPCW ji bo amadekirina rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî neçûne serdana bajarê Dûmayê û rapora ku hatiye amadekirin, ji hêla rêxistineke din ve hatiye amadekirin.

Li gorî Wikileaksê rapora ku di 14’ê Adara 2019’an de ji Rêxistina OPCW hatiye şandin, ne li gorî nêrînên rêxistinê ne û ev rapor ji aliyê endamên rêxistineke din ve hatiye amadekirin.

Beriya niha jî nûnerê Rûsyayê yê Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmawî OPCW Elksender Şolgîn jî diyar kiribû ku şandeya rêxistina OPCW serdana Sûriyê kiriye, lê neçûye bajarê Dûmayê.

Elksender Şolgîn diyar kiribû ku bûyera li bajarê Dûmayê rûdaye, şanoyek bû û Rûsya dikare eşkere bike ku ev nerast e.

Leave a Reply

Back to top button