Partiya pêşerojê ya Suriyê li Hesekê panelek li dar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi navê “Koçberî û koçberkirina bi darê zorê” li Hesekê, panelek li dar xist.

Tevî Hevserokatiya Partiya Yekitiya Suryanî, rûspiyên êlan û endamên saziyên sivîl û leşkerî di panelê de amade bûn.

Di panelê de ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemed Salih El-Zobei axivî destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk û koçberiya ku di encama vê de pêk hatiye bi piştgiriya saziyên navnetewî û dewletan pêk hatiye.

El Zobeî diyar kir ku armanca vê dagirkeriyê qirkirin û quhertina demografiya herêmê ye.

El-Zobei anî ziman ku pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin û weha got:

“QSD’ê herêmê diparêze, Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên Sûriyê hembêz dike. Bi piştgiriya gelan li herêmê wê aramî û jiyana hevbeş serwer be.”

Serokê Buroya Rêveberiyê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê El Zobeî destnîşan kir ku divê Sûriye bi ax, gel û pêkhateyên xwe yekgirtî bimîne.

Panel bi sînevizyonekê li ser jiyana siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button