Di kongreya 3’yemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê de berdevka meclisê û 2 cîgirên wê hatin hilbijartin. Her wiha biryarên wekî pêkanîna Hevpeymana Civakî, aktîvkirina qanûna mafên jinan nexasim qanûna malbatê û xurtkirina rola jinan di pêvajoya siyasî de, hatin dayîn.
Kongreya 3’yemîn a Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya Şoreşa Jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk e” li bajarê Reqayê dest pê kir.
Kongre li hola Tac a bajarê Reqayê bi beşdariya nêzî 500 jinên kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hat organîzekirin.
Her wiha di kongreyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî beşdar bûn.
Kogre dûrî ragihandinê dom kir û tê de perspektîfên siyasî û rêxistinî hatin xwendin. Her wiha rapora xebata 2 salan û rêzikname hatin xwendin. Beşdaran li ser rêziknameyê nîqaş kir.
Piştre sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan.
Fatme El Elî wek berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê, Zozan Şemo û Aytan Ferhad wek cîgirên berdevkê hatin hilbijartin.
Di dawiya kongreyê de daxuyanî ji aliyê berdevka nû Fatme El Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de encamname û biryar wiha hatin diyarkirin:
- -Şopandina doza şehîd Hevrîn Xelef û rakirina ji dadgehên navneteweyî re ji bo cezakirina sûcdaran.
- Xebitîna li ser bidawîkirina hemû cûreyên tundiya li ser jinan.
- Bi rêya pêşxistina siyasetên partiyê û xîtabên neteweyî-Sûriyeyê pêwîst e xebat bi zanabûn û rêxistinî di aliyên saiyasî û civakê yên jinan de were kirin.
- Xebitîna li ser nexşekirina strastejiya siyasetên jinan di çarçoveya Hevpeymana Civakî û nexşerêya MSDʹê.
- Belavkirina îdeolojî û armancên partiyê li hundirê Sûriyeyê da ku bibin projeyên pêşerojê.
- Piştgiriya xwepêşandanên aştiyane yên li hundirê Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna guhertina siyasî û aborî û pêkanîna nenavendiyê werin kirin.
- Pêşxistina asta xebata dîplomasî bi rêya berfirehkirina çalakiyên siyasî û dîplomasî li Rojhilata Navîn û cîhanê.
- Divê tevahî jin erkê têkbirina komployên li dijî herêmê bi rêya daxuyanî, protesto û meşan hidin ser milê xwe.
- Birêxistinkirin û aktîvkirina rola jinên ciwan di civakê de ku ew hêza bingehîn a pêşxistina civakê ne.
- Xurtkirina projeyên geşepêdanê û destekdayîna projeyên aborî ji bo başkirina rewşa jinan.
- Xebitîna li ser piştgirî û pêkanîna Hevpeymana Civakî ya jinan û aktîvkirina qanûnên kar û barên jinan û mafên wan nexasim qanûna malbatê.
- Xurtkirina kapasîteyên jinên Sûriyeyê ji bo ku di pêvajoya siyasî û cihên dayîna biryaran de cih bigirin.
- Teqezî bi girîngiya hewldanên jinan û avakirina kanalên peywendiyê ji bo gihandina li hevkirinên hevbeş di nêrînên siyasî de were kirin ku çareserî ji dozên jinan re li Sûriyeyê were dîtin.
- Dewreyên perwerdê yên girtî û vekirî ji tevahî endamên Meclisa Giştî ya Jinan re werin vekirin ku bibin gaveke xurtkirinê di avakirina kesayetên pêşeng û amadekirina kadroyên jin de.
Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye Pêşerojê dest pê kir



