El-Mismarî ji Ronahî TV re: Em li Lîbyayê şerê dewleta Tirk û çeteyên wê dikin

Berdevkê Artêşa Wetenî Lîwa Ehmed El-Mismarî di bernema me ya Mea El-Hedes axivî.

El-Mismarî silavek gerim da miletê Kurd ku xwediyê serkeftinên mezin in di dîrokê de.

Her wiha El-Mismarî got Artêşa Wetenî ya Lîbî derverên ku di destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk in rizgar dikin.

Berdevkê Artêşa Wetenî Lîwa Ehmed El-Mismarî tevlî bernameya televisyona me ya Mea El-Hedes bû û têkildarî şerê dawî li Lîbyayê axivî.
Lîwa Ehmed El-Mismarî di destpêka axaftina xwe de silavek gerim da miletê Kurd yê berxwedêr.
Li ser rewşa dawî ya şerê li Lîbayê jî, El-Mismarî destnîşan kir ku operasyona “Cenga dawî” ji bo rizgarkirina paytexta Lîbya Terablusê weke qonaxa duyem e.

El-Mismarî diyar kir ku rewşa bahewayê operasyona rizgarkirina paytextê dereng dihêle û da zanîn ku artêşa wan di gelek êniyan de pêş ketiye û gelek herêmên ku di bin destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk de bûn rizgar kirine.

Mismarî, li ser piştgiriya dewleta Tirk û Qeterê ji bo mîlîsên hikûmeta Wîfaqê ya bi serokatiya Serac jî wiha got:Ji destpêka operasyona ku artêşa Wetenî li dijî hikûmeta Wîfaqê dabû destpêkirin, dewleta Tirk piştgiriya Wîfaqê dike û di van şeran de çek û cebilxaneyên ku li Tirkiyê hatine çêkirin hatine dîtin.
Lîwa Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku derbaya herî mezin a hêzên wan li dijî hebûna Tirkiyê ya li Lîbyayê, beriya 48 saetan pêk hatiye û di vê êrîşa li Mesratayê de komek leşkerên Tirk kirine hedef, tevî xistina balafireke bê mirov ya Tirkiyê.
Berdevkê Artêşa Wetenî têkildarî tifaqa navbera hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî û dewleta Tirk de got ku divê civaka navdewletî li dijî wê tevbigere, ji bo ne di berjewendiyê Lîbya û ti dewletên derdorê de ye.

Berdevkê Artêşa Wetenî Lîwa Ehmed El-Mismarî di dawiya axaftina xwe de wiha got:Tirkiyê dixwaze li Lîbya, Sûriye û heta Ewropayê jî destdirêjiyê bike û hêza xwe li ser civaka navdewleî feriz bike û wiha jî hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

Leave a Reply

Back to top button