Li Efrînê, dagirkeriya Tirk xwezayê talan dike û baceyan ferz dike

Di nav rêzebinpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî de, dagirkerî daran qut dikin û bacên buha li xwediyên dikanan û dermanxaneyên Efrînê ferz dikin.

Çavkaniyên herêmî ji herêma Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din dest bi qutkirina darên zeytûnê û fistiq helebî li Efrînê kirin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyan wêne û dîmenên nû belav kirin tê de rûberên zeviyên zeytûnê yên ku hatine qutkirin belî dikin.

Li aliyekî din dagirkeriyê ji bo ku zextê li şêniyên Efrînê zêde bikin û wan bidin koçberkirin gelek çavkaniyan ji Efrînê teqez kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bacên buha li ser xwediyên dikanan û dermanxaneyan ên ji Efrînê ferz dikin.

Li ser xwediyên dermanxaneyan hezar dolar û li ser xwediyên dikanan 900 dolar mehane hate ferzkirin.

Leave a Reply

Back to top button