Erdogan gef li Emerîka xwar: Dibe ku em baregeha incirlik bigirin

Serokkomarê Tirkiye Receb Teyip Erdogan gef li DYE xwar û diyar kir ku dibe ew baregeha leşkerî ya Încerlîk a li Tirkiye ku Emerîka bikar tîne bigire.

Erdogan di hevdîtineke li gel televizyona A Heber TV gef li Emerîkayê xwar û got:

Em ê bersiva cezayên DYE yên li dijî me bidin û dibe ku em baregeha leşkerî ya Încerlîk bigirin.

Erdogan tekez kir ku ev gav ji bo baregeha Koracîk jî derbasdar e.

Her wiha têkildarî erêkirina Meclisa Rûspiyan a Congressa Emerîkî ji biryara naskirina Komkujiya Qirkirina Ermenan jî Erdogan wiha axivî:

Ev gava, gaveke siyasî û bê giranî ye.

Senetoya DYE’yê yan ku Meclisa Rûspiyan pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan bi piraniya dengan erê kiribû.

Derbarê erêkirin de Wezareta derve ya dewleta Tirk balyozê Emerîkayê li Tirkiyê vexwend balyozxaneyê.

Leave a Reply

Back to top button