Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê tenê li ser maseya NY`ê pêkan e.
Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî vê êvarê li ser hesabê xwe yê twitterê de got: “Çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ`ê yên li gel hêzên wan, bi beşdariya nûnerên rasteqîn ên Sûriyê li Cinêvê ve girêdayî ye. Çareseriya dosyayên 12 hezar girtiyên DAIŞ`ê tenê li Cinêvê û li ser maseya NY`ê pêkan e. Her wiha çarenûsa wan bi rêya çareseriya siyasî ya Sûriyê û bi piştgiriya NY`ê diyar dibe.”
Di heman demê de wezîrê karê derve yê Frasns got ku çareserî bi beşdarbûna nûnerên rastîn ên Sûriyê li Cinêvê ve girêdayî ye.
Daxuyaniyên Mezlûm Ebdî û daxuyaniya wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Laudry heman nirxandin bûn. Dema ku got, DAIŞ`iyên li cem QSD`ê girtîne, ji ber rewşa welêt nikarin li Iraqê werin ceza kirin û çarenûsa wan bi çareseriya siyasî ya Sûriyê ve û bi piştgiriya NY`ê ve girêdayî ye.
Beriya niha QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navdewletî kiribûn, da ku çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtîne werin cezakirin.