Rûspiyê eşîra El-Miraşdê ya herêma Sûsa ya bejahiya Dêrazorê Esed El-Menadî got: “Divê em wekî gelên Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya xwe xurtir bikin.
Li dijî dizî, talan û dagirkeriya dewleta Tirk Eşîrên Ereb bi bertekin.
Rûspiyê eşîra El-Miraşdê ya herêma Sûsa ya bejahiya Dêrazorê Esed El-Menadî, diyarkir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ve armanc dike ku hemû xêr û bêrê Sûrî ji xwe re bibe.
Esed El-Minadî dazanîn ku ew dagirkeriya Tirkiyê bi her awayî red dikin û got: “Dewletên cîhanê yên bandora xwe li rewşa Sûriyê dikin destên wan di sûcên Erdogan û çete pêk tînin de heye.”
El-Menadî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û wiha pê de çû: “Divê em wekî gelên Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li doza we derkevin û yekîtiya xwe ava bikin.Bi wî awayî em ê li dijî artêşa Tirk bisekinin.”