Wergirtina zarok û jinên DAIŞ’î yên Fînlandî di nava hikumetê de kirîz çêkir

Li Kampa Holê 11 jin û 30 zarokên hemwelatiyên Fînlandayê hene û ji bo wergirtina wan jî di nava hikumeta Fînlandayê krîz derketiye.

Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Fînlandiyayê Yle, 21’ê Mijdarê derbarê mijarê de belgeyek bi dest xist.

Di belgeyê de tê diyarkirin ku wê jin û zarokên DAÎŞ’ê li Hewlêrê bi balefireke taybet bibin Fînlandayê.

Lê Wezîrê Fînansê Katrî Kûlmînî diyar kir, ji ber krîza ewlehiyê divê jinan wernegirin.

Demokratên Xirîstiyan, Niha Tevger, Partiya Civaka Neteweyî jî fikreke hevpar belav kirin û xwestin ev mijar li parlementoyê were nîqaşkirin.

Serokê Partiya Fînlandiyên Rastîn Jûssî Halla Aho jî dest nîşan kir ku eger ev jin û zarok herin Fînlandayê wê xebatên xwe yên terorê bidomînin û diyar kir ku wê anîna wan ne di bin berpirsiyariya Fînlandayê de be.

Serokwezîr Sanna Marîn jî diyar kiribû ku ji bo anîna jin û zarokên DAIŞ’î ti biryareke hikumetê nîne.

Hevseroka komîteya derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî hefteya borî daxuyaniyek dabû Yleyê û gotibû ew qebûl nakin ku dê û zarok ji hev bên qutkirin.

Leave a Reply

Back to top button