Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat oxir kirin.
Şervanê QSD’ê Mihemed Mihemed binasnav Navdar Kerkûk,
Mihemed Ferosoper binasnav Bakir Terxê,
Bekir Îbrahîm Ezîz binasnav Zerdeşt Germiyan
Û Avaşîn Ezîz binasnav Rêber Bokan di berxwedana rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk de şehîd bûn.
Ji bo oxirkirina cangoriyên xwe bi sedan şêniyên Dêrik û navçeyên wê li goristana Şehîd Xebat Dêrik kom bûn.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, endamê Meclisa PYD’ê Abdulkerîm Sarûxan axivî û bal kişand ser pêwîstiya parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin.
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Paşê cenazeyên Avaşîn Ezîz û Mihemed Ferosoper li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Her wiha sibe jî cenazeyên şehîd Zerdeşt Germiyan û Navdar Kerkûk wê di deriyê Sêmalka re rê bikin başûrê Kurdistanê.