Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî: Hikumeta Wîfaq ne xwedî îradeyeke azad e û bê istiqrariya Lîbya zirarê dide Misrê

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî diyar kir ku hikumeta Wîfaq ne xwedî îradeyeke azad e û bêîstiqrariya Lîbyayê zirar da Misrê.

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî dest nîşan kir ku wan dikarîbû bi awayekî rast destwerdana Lîbaya kiriba, lê ne kirin, ji ber ku wê gelê Lîbya destwerdana li ewlehiya xwe ji bîr nekiriba.

Ev daxuyaniya Sîsî pişt ku bayozxaneya Lîbyayê li Qahîreyê xebatên xwe ji bo demeke nediyar ji ber sedemên ewlehiyê ji roja yekşemê de taloq kirin.

RÊXISTINA EDALET Û GEŞKIRINÊ YA MISIRÊ:
PEYMANA TIRKÎ-LÎBÎ WÊ RÊ LI BER DESTWERDANA TIRKIYÊ DI WELATÊN EREBAN DE VEKE

Her wiha Rêxistina Edalet û Geşkirinê ya Misrê jî hişyarî da ku wê peymana navbera Serac û Tirkiyê de rê li ber destwerdana Tirkiyê di kar û barên dewletên Ereb de veke.

Rêxistinê dest nîşan kir ku wê ev peyman Lîbyayê veguherîne cihê kombûna hemû rêxistinên terorê û ji welatên ereb xwest balyozên hikumeta Wîfaqê ji cem xwe derxînin û parlemana Lîbyayê ya li طبرق Tebreqê weke nûnerê rewa yê gelê Lîbyayê, qebûl bikin.

Beriya du rojan jî hejmareke dîplomatên balyozxaneya Lîbyayê li Qahîreyê, ji hikumeta Wîfaq a Lîbyayê veqetiyan û piştgiriya operasyona rizgarkirina Terablûsa Paytext kirin.

Leave a Reply

Back to top button