Mezlûm Ebdî bi partiya yekîtiya Suryan re civiya

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî bi şandeya Partiya Yekitiya Suryan re civiya.

Fermandar Mezlûm Ebdî û şandeya Partiya Yekitiya Suryan rewşa siyasî, leşkerî û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker kirine, nîqaş kirin.

Di civînê de li ser pêşeroja siyasî û dîplomatîk, sûçên şer ê ku dewleta Tirk li heremê li ser sivîlên Bakûr û Rojhilatê Sûrî taybet xirîstiyana pêk aniyê û ji bo rawestandina êrişan nîqaş hate kirin.

Şandeya Partiya Yekitiya Suryan ji hevserokê partiyê Senherîb Bersûm û endamên partiyê Afram Ishaq, Gabiraêl Şemon û Ebîr Îliya pêk dihat.

Piştî civînê aliyan civîn bi erênî nirxandin.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close