Hiqûqnasên Reqayê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin

Hiqûqnasên Reqayê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku dewleta Tirk binpêkirin, dizîn û talankirina milkên şêniyan pêk tîne.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hiqûqnasên bajarê Reqayê daxuyaniyek dan

Daxuyanî li pêş avahiya Dîwana Adaleta Civakî bi beşdariya bi dehan dadger, parêzer û hiqûqnas hat xwendin.

Parêzeran diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan dagirkirina herêmê û guhertina demografiya herêmê ye.

Parêzeran bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kirin ku dadgeheke navneteweyî ava bikin û sûcdarên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ceza bikin.

‘DIVÊ DAGIRKERIYA TIRK JI SÛRIYÊ WERE DERXISTIN’

Her wiha Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Tebqa û Yekîtiya Cotkaran a Reqayê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan şermezar kirin û banga derxistina dagirkeriya ji herêmê kirin.

Leave a Reply

Back to top button