KNK’ê serdana rêxistina Kurdên feylî bo mafê mirovan kir

Şandeya KNK’ê gera xwe ya di çarçoveya hewildanên yekîtyia netewî de li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Şandeya KNK’ê îro serdana Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafê Mirovan kir û rêxistinê piştgiriya xwe bi KNK’ê re anî ziman. Her wiha li Silêmaniyê jî desteya pêşengiya ji bo konferansa netewî a Kurdistanê hate ragihandin.

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê ku 1’ê kanûnê ve li Başûrê Kurdistanê xebatên ji bo yekîtiya netewî ya Kurd dimeşîne, îro jî çû serdana Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafê Mirovan.

Şandeya KNK’ê di hevtîtina xwe bi Rêxistina Kurdên Feylî re derbarê avasaziya KNK’ê, her wiha xebatên wê yên ji bo yekîtiya netewî de, agahî dan.

JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ EM JÎ DIXWAZIN BI KNK’Ê RE KAR BIMEŞÎNIN

Rêveberên Rêxistina Kurdên Feylî Bo Mafê Mirovan, keyfxweşiya xwe ya ji ber serdana şandeya KNK’ê anî ziman û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û gotin,

Ew jî dixwazin bi KNK’ê re kar bimeşînin.

LI SILÊMANIYÊ DESTEYA PÊŞENGIYA JI BO KONFERANSA NETEWÎ HATE RAGIHANDIN

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, bi slogana ‘Ber bi konferansa nîştimanî û nexşerêya çareseriya doza Kurdistanê’ desteya pêşengiya ji bo konferansa netewî a Kurdistanê hate ragihandin.

Di civîna ji bo avakirina desteyê de gelek nivîskar, çalakvanên civaka sivîl û kesayetên navdar amade bûn.

Di civînê de ev nexşe rê hate pêşniyar kirin;

– Destpêkê pêwîste hemû ragihandinên fermî û ne fermî, hemû torên civakî li gorî berpirsyartî û erkê xwe tevbigerin.

– Pêwîste li gorî roj û demek diyar, bername bi nûnerên hemû aliyên siyasî, pekhate û hemû kesayetên navdar yên civakê re were kirin.

– Di civîna giştî û berfireh de, komîteyek giştî, siyasî, dîplomasî, ji bo kar û rêya çareseriya pêşniyaran ya gelên Kurdistanê bê diyarkirin.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û hat diyarkirin ku ji bo lidarxistina kongreya netewî li seranserê Başûrê Kurdistanê wê semîneran bide.

Herwiha hate diyarkirin ku wê piştî semîneran şandeyek ji bo serdana aliyên siyasî were erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button