DR. Bahoz Erdal: Dewleta Tirk bi şerê psîkolojîk dixwaze bandorê li ser gelê Kurd bike

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal destnîşan kir ku wê şêwazê rastîn a gerîla di sala 2020’an de xwe bide nîşandan. Bahoz Erdal got, nîşaneya têkçûyîna dewleta tirk a dagirker, hebûna gerîlayan a li serê çiyayên azad e.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal tevlî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Welat bû û derbarê planên gerîla yên di sala nû de axivî.

Bahoz Erdal diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hin operasyonên dagirkeriyê dike û bi propaganda û şerekî psîkolojîk bi pêş dixin.

Erdal destnîşan kir ku operasyonên dagirkeriya artêşa Tirk di payîzê de bi ser neket ji ber vê jî zêde propagandayê dikin û bi şerê psîkolojîk dixwazin bandorê li ser gelê Kurd bike.

DR. BAHOZ ERDAL: HETA GERÎLA LI SER ÇIYA BIN WÊ ARTÊŞA TIRK HER TÊK BIÇE

Erdal got:

Artêşa Tirk nikare şopa gerîlayan bişopîne û ji ber vê jî li hemberî gerîla dikeve valahiyeke mezin.

Ev serkeftina gerîla tê wateya ku artêşa Tirk têk çûye û negihiştiye armanca xwe.

Fermandar Bahoz Erdal anî ziman ku dijmin dikare operasyonên dagirkeriyê bike, dikare êrîş jî bike, di vî şerî de dibe ku şehîdên me çêbibin, lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê careke din ispat kir ku ew têknaçin.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Dr. Bahoz Erdal li ser rêbaza gerîla ya sala 2020’an jî ev agahî da:

DR. BAHOZ ERDAL: SALA 2020’AN WÊ BIBE SALA GERÎLA

“Rêbaza rastî ya gerîla wê di sala 2020’î de xwe bide der.

Sala 2020’î wê bibe sala gerîla, gerîla wê di vê salê de hesab ji dewleta Tirk a faşîst bipirse û derba kuştinê li desthilatdariya AKP’ê bixe.”

Leave a Reply

Back to top button