Li Helebê, hêzên rejîm û çeteyên dewleta Tirk herêmên hev topbaran kirin

Li Helebê, hêzên rêjîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmên hev topbaran kirin.

Çeteyên artêşa Tirk ên li bakurê rojavayê bajarê Helebê xwe bi cih kirine, taxên Xalidiyê û Suryan ên li derdora bajarê Helebê topbaran kirin.

Agahiyên derbarê ziyanan heta niha ne diyar in.

Di milekî din de hêzên rejîma Sûriyê yên li Mehlebê bicih bûne bersiv dan û top avêtin herêmên ku çete tê de ne.

Ji aliyê xwe ve ajansa SANA ya bi ser rejîmê ve ragihand ku di encamê toparana çeteyên dewleta Tirk li ser bajarokê Zehraa li

Bakur-Rojavayî Helebê hejmarek sivîl birîndar bûn.
Tê zanîn ku piştî lidarxistina civîna Astana ya 14`mîn ev cara yekemîn ku bajarê Helebê tê topbarankirin.

Leave a Reply

Back to top button