Li Diyalayê, DAIŞ’ê du êrîş pêk anîn, 5 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Diyala ya Iraqê du êrîşî hêzên artêşa Iraqê kir.

5 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 5 din jî birîndar bûn.

Têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên DAIŞ’ê şeva borî êrîşî xaleke Firqeya 5 a li gundê Nofel ê parêzgeha Diyala kir.

Di vê êrîşê de 2 leşker Iraqê jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên Fûca 2 a Lîwaya 20 li navçeya Neda ya Parêzgeha Diyala kir.

Di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button