Rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê: Bila “NY” li dijî binpêkirinên Tirkiyê tevbigerin

Rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê ji bo rawestandina binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewazî kirin.

Rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê li kampa Waşokanî ya li bajarokê Tiwêna ya Hesekê kom bûn û daxuyaniyek da.

Rêxistinên mafên miovan destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşiya civaka navnetewî soza parastin û dabînkirina mafên mirovan daye, lê li pêşiya hemû cîhanê vê peymanê binpê dike.

Rêxistinan diyar kir ku Tirkiyê bi hevkeriya çeteyên xwe êrişî sivîlan dike ji bo ku plan û berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûiryê pêk bîne.

Rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê bang li tevahiya rêxistin û aliyên navnetewî kirin ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmê rawestînin û rewşa mirovî ya kampan baş bikin heta ku koçber vegerin warên xwe.

Leave a Reply

Back to top button