Li gelek bajarên herêmê, sazî, rêxistin û aliyan bi daxuyaniyan êriş şermezar kirin
Xelkên herêmê li dijî êrişan careke din peyama berxwedan û tekoşînê dan û gotin:. Em ê bi hemû îradeya xwe li gel Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin.
Meclisa Ciwanan ya Partiya Sûriya Pêşeroj a Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên li dijî herêmê sûcên şer in û li dijî pîvanên navneteweyî ne.
Ciwanan destnîşankirin ku ew ê bi hemû îradeya xwe li rex Rêveberiya Xweser bin.
Li bajarê Kobanê jî Şaredariya Kobanê, Desteya Perwerdeyê, TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Birîndaran bi heman helwestê daxuyanî dan.
Hate diyarkirin ku ev êriş dijbertiya dewleta Tirk a li hemberî gelên têkoşer ên ewle dijîn, nîşan dide û hat gotin:.
dewleta Tirk aloziyên xwe yên navxweyî derdixe derve da ku raya giştî ya Tirkiye û ya derve bixapîne.
Koçberên Girê Spî jî ku li Eyn Îsayê dimînin, bi daxuyaniyekê êriş şermezarkirin û ragihandin ku ew ê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk, bi hev re xaka xwe biparêzin.
Xwendekarên Zanîngeha El Şerq a li Reqayê jî bi diyar kirin ku ew ê li hemberî van êrişan têkoşînê bidomînin.
Bi heman armancê, Yekitiya Karker û Kedkaran a Kantona Minbicê jî daxuyaniyek dan.
Kedkaran diyarkirin ku bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrişan dê rewşa mirovî û ya debarê aloztir bike.
Lewra bang li her kesî kirin ku hemberî van êrişan bikevin tevgerê û dawî lê bînin.
Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Esnafan ên kantona Efrîn-Şehbayê jî bi daxuyaniiyek hevbeş gotin:
“Em ê li hemberî van êrişan bisekinin û li dora rêveberiya xwe ya xweser kom bibin.”
Meclisa TEV-DEMˈê ya Helebê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Meclisê daxuyakirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e.



