Mihemed Şahîn: Kiryarên dewleta Tirk li herêmê wê bibe sedema karesetê

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn got:
“Eger artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên li dijî herêmê bidomîne, dê bibe sedema karesatekî.
Ew ê ev kareset tenê bi Sûriyê re jî sînordar nebe.”

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê şaxê herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmên bakurê Sûrî axivî.

Mihemed Şahîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê Sûrî parçekirin an jî dagirkeriyê qebûl nake û wiha got:

Artêşa Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi rêya komên çeteyan ên ji Sûriyê û hin ji dewletên biyanî xwest herêmê dagir bike û jixwe re herêmekê bide avakirin.

Şahîn destnîşan kir ku komên çeteyan ne tenê demgrafiya herêmê guherîn, heman demê de sivîl qetil kirin, mal û milkên sivîlan talankirin û berjewendiyên artêşa Tirk bi cih anîn.

Şahîn li ser helwesta cîhanê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî ev tişt anî ziamn.

“Kesî tu bertek nîşan nedan.

Tenê QSD`ê li dijî artêşa Tirk şer kir û parastina sivîlan kir.

Lê heke artêşa Tirk planên xwe dewam bike, wê ne tenê li Sûriyê, heman demê de li hemû dewletên cîran karesat biqewime.”

Mihemed Şahîn êrîşên dagirkeriya dewleta tirk bi metirsiya wê ya ji demokrasiya li herêmê ve girê da.

“Artêşa Tirk ji rêgeza neteweya demokratîk ditirse.

Lê em ser heqiyê ne û ticarî heqî binax nabe.

Em ê mil bi mil li dijî artêşa Tirk bisekinin.

Divê hikumeta Sûriyê, dewletên peywendîdar û rêxistinên mirovî bi karê xwe rabin.”

Leave a Reply

Back to top button