Mark Esper: Em ê gefa Erdogan nîqaş bikin

Wezîrê Parastinê yê Emeîrka bersiv da gefên Erdogan ên girtina baregehên Encerlîk û Koracîk û diyar kir ku ” Ew ê aramanca daxuyaniya Erdogan û radeya rastiya wê bi aliyên Tirkiyê re nîqaş bikin”.

Marek Esper destnîşan kir ku, wî li naveroka daxuyaniya Erdogan a girtina herdû baregehan nenêrîye..

Esper di serdana xwe ya ji Loksborgê re da zanîn ku, ew ê vê mijarê li gel wezîrê parastinê yê Tirkiyê nîqaş bike..

Her wiha destnîşan kir ” divê rewşa baregeha Koracîk di çarçoveya NATO’yê de were gotûbêjkirin..

Berî du rojan û piştî biriyara Kongersa Emerîkî ya naskirina qirkirina Ermenan, Erdogan gefa girtina herdû baregehan li Emerîkayê xwar û got.

“Biryara naskirina qirkirinê, bê ne girîng û bê giranî ye”.

Doh Pentagonê gotibû “Hebûna Emerîka li wan baregehan sembola dewamkirina hevkariya NATO’yê ye”

Leave a Reply

Back to top button