Li Edene û Meletiyê 8 kes hatin binçavkirin

Îro jî polîsên hikumeta faşîst a AKP’ê li Edene û Meletiyê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes binçav kirin.

Polîsên dewleta Tirk li Edene û Meletiyê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes binçav kirin.

Polîsan li navçeya Yuregir a Edeneyê bi ser mala Ferhat Sezgin de girt û ew binçav kirin.

Polîsan gelek pirtûkên wî desteser kirin û Ferhat Sezgin, birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

Li Meletiyê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin û namzetên parlamenter û endamên HDP’ê jî di nav de 7 kes hatin binçav kirin.

Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê.

Rewşa awarte li Tirkiyê
Li 46 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin

Ji aliyê din ve li 46 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Walîtiya Bedlisê, têkildarî qedexeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li 46 gundên girêdayî navenda Bedlîsê heta fermana duyemîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button