Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi munasebeta Cejna Rojiya Êzî banga tifaqê li xelkê Êzidî kir.
Roja yekem a Cejna Rojiya Êzî îro dest pê dike û li Êzidxanê û her devera ku Êzidî lê hene tê pîrozkirin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXD bi munasebeta rojê peyamek weşand, bal kişand ser komkujî û êrîşên li dijî civaka Êzîdî û got:
“Em bi hêvî ne ku ev rojî di nav civaka me ya Êzîdî de rojên xweş û geş bi xwe re bîne.”
Meclîsa Şengalê li dijî êrîşan banga yekîtiyê kir weha dewam kir:
Em bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li civaka Êzidî dikin ku di her warî de xwe bi tifaq û rêxistin bikin.
Heta ku civaka me yekîtî û tifaqa xwe çêneke, em ê tim wiha parçe bimînin.”