Cezayê îdamê dan serokkomarê berê yê Pakîstanê

Serokkomarê Berê yê Pakistanê Pervez Muşerref bi sûcdariya ku xiyanet li welêt kiriye û destûra bingehîn bin pê kiriye, bi cezayê îdamê hate cezakirin.

Doza li dijî Pervez Muşerref li paytext Îslamabadê pêk hat ku ji aliyê sê dadgeran ve hate birêvebirin.

Muşerref bi sedema ku di sala 2007’an de rewşa awarte ferz kiriye û xiyanet li welat kiriye hate sûcdarkirin û dadgehê cezayê îdamê lê birrî.

Muşerref di heman demê de bû leşkerê destpêkê ku ji ber vê yekê hate darizandin.

Muşerref niha li Dûbaiyê dimîne û ji ber pirsgirêkên tendûristiyê di 2016’an de destûr dabûn ku derkeve derveyî welat.

Pervez Muşerref ku di sala 1999’an de bi darbeyê hatibû ser desthilatdariyê, di salên 2001 û 2008’an de welat rêvebiribû.

Leave a Reply

Back to top button