LI KOBANÊ KOMÎTEYA SOTEMENIYÊ MAZOTÊ LI ŞÊNIYAN BELAV DIKE

Komîteya Sotemeniyê bi destpêkirina demsala zivistanê re dest bi belavkirina mazotê li şêniyên Kobanê û gundewarên wê kir.

Belavkirina mazotê heta niha dewam dike.

Mazot bi rêya kartên ku beriya demekê dabûn malbatên Kobanê, tê belavkirin.

Komîteya Sotemeniyê ji her malbatekê re 600 lître mazot amade kiribû û dabeşî du beşan kiribû.

Di beşa yekê de 400 lître tê belavkirin.

Meh û nîvek e beşa yekê tê belavkirin, piştî ku beşa yekê bi dawî bibe dê beşa duyemîn dest pê bike.

Heta niha 12 milyon litir mazot bi buhya 55 lereyên Sûrî li şêniyên kantona Kobanê hatiye belavkirin.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Kobanê Nebîl Kecel têkildarî civînê axivî û got:

Hinekî em dereng man ji ber ku mazot kêm bû, lê em hewl didin pêdiviyên şêniyên Kobanê bi cih bînin.”

Leave a Reply

Back to top button