Çeteyên DAIŞ’ê li paytexta Îraqê Bexdayê êrîşî rawestgeheke kir.
Di êrîşê de 6 kes birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞê duh êvarê li Bakûrê Bexdayê êrîşî rawestgeha Ebayçiyan a li navçeya 14’ê Remezan a kirin.
Li gorî çapemeniya Îraqê, di êrîşê de karmendekî ewlekariyê û 5 sivîl birîndar bûne.
Îro jî li parêzgeha Enbar a rojavayê Îraqê, operasyonek li dijî çeteyên DAIŞê hat destpêkirin.