Hejmara koçberan li kampê gihaşt 4 hezar û 500 koçberî

Hêjmara koçberên li Wargeha Waşokanî her roj zêde dibe.
Bi hatina malbatên nû re, hêjmara wargehê 4 hezar û 500 kes derbas kir.
Her weha ji bo li kampê xebata danîna torên elektrîkê jî bi dawî bû.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li ser Girê Spî û Serêkaniyê, Rêveberiya Xweser tevî Wargeha Waşokanî, li bajarê Hesekê li 64 navendan koçber bi cîh kirin.

Rêveberê Wargeha Waşokanî Hesen Yûsiv da zanîn ku îro beşeke din a ji koçberan Serê Kaniyê gihiştin kampê û bi vê yekê hêjmara koçberên li wargehê 4 hezar û 500 kes derbas kir.

WARGEHA WAŞOKANÎ
LI WARGEHÊ TORÊ ELEKTRÎKÊ HATE DANÎN

Ji aliyê din ve rêveberiya kampê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd hewl dide ku pêdiviyên malbatan bi cîh bîne û îro li malbatan sobe belav kir.

Saziya Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê jî li Wargeha Waşokanî xebata danîna torên elektrîkê bi dawî kir.

Weke qonaxa destpêkê, wê bi hêza 400 KW elektrîk were danîn.

Saziyê her weha diyar kir ku wê di demeke nêz de elektrîkê bidin tevahiya konên li wargehê.

Hat diyarkirin ku ji bo projeya elektrîkê 20 hezar dolar hatiye veqetandin.

Leave a Reply

Back to top button