LI ÇEWLIGÊ 26 HERÊM HATIN QEDEXEKIRIN

Zextên desthiladariya AKP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmê re zêde bûne.

Ji zextan, qedexeya derketina derve ya ku li li herêmên Çewligê hat ragihandin.

Walîtiya Çewlîgê 26 herêmên girêdayî navenda bajêr û 7 navçeyê wê weke “herêma ewlehiya taybet” îlan kir.

Walîtiyê di nivîsa weşan de diyar kir ku wê qedexeya li van deran di navbera 11-25’ê Mijdarê de dewam bike.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev ne cara yekê ye ku hikumeta AKP’ê li Çewlîkê û herêmên wê qedexeya îlan kirina derve radigîne.

Leave a Reply

Back to top button