SIPRÎ: Li Tirkiyê firotina çekan ji sedî 22 zêde bû

Enstîtûya Lêkolînên Aştiya Navnetewî ya Stockholmê-SIPRI diyar kir ku sala borî li tevahî cîhanê firotina çekan ji sedî 5 zêde bûye.
Li gorî daneyên enstîtûyê li Tirkiye jî firotina çekan ji sedî 22 zêde bûye.

Li gorî daneyên rapora Enstîtûya Lêkolînên Aştiya Navnetewî ya Stockholmê-SIPRI, 100 şîrketên çekan yên cîhanê di sala 2018’an de bi qasî 240 milyar dolar çek hilberandin e.

Li gorî raporê, 5 şîrketên Emerîkî yên bi navê Lockheed Martîn, Boeîng, Northrop Grumman, Raytheon û General Dynamîcs, bi 148 milyar dolarî ji sedî 35’ê van çekan hilberandin.

Hat diyarkirin ku di sala 2018’an de hemû şîrketên Emerîkî jî bi giştî bi qasî 246 milyar dolar çek firotin e û hilberîna wan ji sedî 59 zêde bûye.

Li gorî raporê Rusya bi 36,2 milyar dolarî di rêza duyemîn de cîh digire.

Li welatên Ewrûpî jî di sala 2018’an de bi qasî 102 milyar dolarî çek hatiye firotin û asta hilberîna çekan bilind bûye.

Li gorî daneyan, di nav welatên Ewrûpî de Îngilistanê bi 35,1 milyar dolar di rêza yekemîn de, Elmanya di rêza duyemîn, Fransa jî di rêza seyemîn de cîh digire.

Li Tirkiye jî du şîrketên ku di nav 100 şîrketên destpêkê yên cîhanê de cîh digirin, hilberîna xwe ya çekan ji sedî 22 zêde kirine.

Bi vê yekê li Tirkiye bi qasî 2,8 milyar dolar çek hatiye firotin û ev piranî ev di şerê li dijî Kurdan de hatiye bikaranîn.

Enstîtûya Lêkolînên Aştî ya Navnetewî ya Stockholmê-SIPRI, ji ber der barê Çînê de agahiyên berbiçav bi dest nexist, di raporê de cîh nedaye.

Lê li gorî texmînên enstîtûyê bi qasî 3 û 7 şîrketên Çînê di nav lîsteya 100 şîrketên çek ên destpêkê yên cîhanê de cîh digirin.

Leave a Reply

Back to top button