350 koçberên ku li kampên Başûr diman vegeriyan Rojava

Kesên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçberî Başûrê Kurdistanê bûbûn, vedigerin Rojava.
Beşek ji kesên ku koçberan, doh ji deriyê Sêmalka hatin Rojava.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî nêzî 13 hezar kes koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn.

Ji ber kesên ku ji Rojava koç kirine, li Başûrê Kurdistanê kampa Berdereş hatibû avakirin.

Hat ragihandin ku duh, beşek ji şêniyên ku li kampa Berdereşê diman, di deriyê sînor yê Sêmalka yê vegeriyan Rojava.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya Deriyê Sînor yê Sêmalkayê dane, hejmara kesên ku ji kampa Berdereşê hatine, gihîşt 350 kesan.

Leave a Reply

Back to top button