Hevpeyvîna Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li gel Rojnameya Şerq EI-Ewset.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê MAzlûm Ebdî ji rojnameya Şerq El-Ewset re axivî û diyar kir ku li gorî biryara serokê Emerîkayê Donald Trump hêzên Emerîkî li herêmên nû li rojhilatê Firatê, jo bo têkoşîna li dijî DAIŞ û parastina petrolê belav bûne.
Ebdî got:
rewşa rojhilatê Firatê ji ber hebûna hêzên Rûs, Koalîsyon, rejîm û yên dewleta Tirk alozdar bûye.
Ebdî destnîşan kir ku QSD’ê hemû bendên lihevkirina Sûtichê ya navbera Rûsya û Tirkiyê de, di nav de lihevkirina Edeneyê qebûl nekirine û wiha aixivî:
Armanca dewleta Tirk guhertina demografîk û qirkirina etnîkî ye û her piştgiryek ji bo planên Erdogan, weke hevkariya dewleta Tirk tê dîtin.
Mazlûm Ebdî li ser taybetmendiya QSD’ê di danûstandinên li gel Şamê de tekez kir û da xuyakirin ku QSD ji 110 hezar şervanî pêk tê.
Hevpeyvîna Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî li gel Rojnameya Şerq Ewset, ku bi riya telefonê pêk hat:

*Serokê DYE Donald Trump destpêka Cotmehê biryara vekişîna hêzên Emerîkî da, lê paşê vegera. Ji hêla leşkerî ve, di dema me ya niha de, têkilyên we û hebûna Emerîkayê çawa ne?

-Emerîka ji rojavayê Bakur -Rojhilatê Sûriyê vekişiyan, lê niha li rojhilatê Bakur – Rojhilatê Sûîriyê ne, anku li parêzgeha Dêra Zor û Hesekê(Cizîr), hebûna wan di çarçoveyeke leşkerî de ye û liv û tevgera wan li herêmê sînordar e. Li herêmê, li Qamişlo, hebûneke wan a nû heye, hin baregehên wan ên leşkerî ji başûr, ji Firatê heta sînorên Tikriye û herêmên petrolê li Dêrikê li Bakur.

*600 leşkerên Emerîkayê li rojhilatê Firatê hene, li kîjan baregehê bicih dibin?

-Hêzên Emerîkî ji sînorê Tirkiyê, ji herêma rojhilatî heta çemê Ferêt belav in, cihekî wan yê sabit nîne, bi awayekî giştî ez dikarim bibêjim ku ji hêla hejmarê ve, baregehên leşkerî yên Emerîkî mîna berê ne.

* Hejmara van baregehan çiqas e?

-Hejmareke destnîşankirî li gel min nîne.

*Ji bo bendên lihevkirina navbera QSD û Hêzên Emerîkî de, gelo ti guhertin çêbûye?

-Armancên lihevkirinê weke xwe ne, ew jî şerê li dijî DAIŞ e, lê armanceke nû zêde bûye, ew jî parastina petrolê ye.

* Dema Trump biryara vekişînê da, hin berpirsên Kurd ev biryar bi ”Xiyanet” û ”derbeyek ji piştê ve ” bi nav kirin, gelo hîna ev hest berdwam e?

-Bêguman, biryar Trump bêhêviyek û hin bêwaerî bi sozên ku beriya niha Emerîk dabûn çêkir, em dizanin ku vegera ji vê biryarê di encamê fişarên raya giştî ya Emerîkî, Congress û hin alî û hevkarên me yên di Koalîsyonê de çêbû, ev yek geşbîniyek li gel me çêkir, lê li Emerîkayê hene yên ku dixwzain ji Sûriyê vekişin û hene yên ku ji bo pêkanîna aştiyê, li Sûriyê bimînin.

*Niha û piştî biryara mayînê, gelo demeke destnîşankirî ya vê hebûna Hêzên Emerîkî li herêmê heye, yan dibe ku bi tiwîtteke Trump bê guheritin, an jî dema hebûna wan ne diyar e.

-Berê û niha jî ti demeke destnîşankirî tune ye, lê xwedî armancine sînordar e, ew jî tunekirina DAŞ’ê û parastina ewlehî û aramiya herêmê, li gorî hin kesan dibe ku hin şîroveyên din çêbibin.

*Berê QSD ji sêyan yek ji Sûriyê û defîne û petrola wê kontrol dikir, niha jî li herêmê 4 alî hene: Hêzên Koalîsyonê bi serkêşiya Emerîkayê, Rûsya, Tirkiye û hêzên Hikumeta Sûriyê, eger QSD rastî ti êrîşek ji aliyekî hat, gelo ti misogerî hene ku Emerîka bervaniyê ber wê û hêzên xwe de bike?

– Hêzên Emerîkî berpirsên herêmên ku lê dimînin, wan wiha daye xuyakirin û ev yek tekez kirine, lê hin hepeymanên me jî hene, hevpeymana navbera Emerîka û Tirkiye, hevpeymana Sûtichê navbera Rûsya û Tirkiye, her wiha hin lihevkirinên avbera me û hikumeta Sûriyê bi garantiya Rûsyayê.

Ev yek hebûna hêzên navborî li herêmê nîşan dike. Hêzên Tirkiye êrîş û dagirkerî pêk tîne, lê li gorî hevpeymanên navborî herêm hatin destnîşankirin, niha jî ji hemûyan tê xwestin ku pabendî hevpeymanên navborî bibin.

*Em ê paşê li ser van hevpeymanan biaxivin, lê pirsa min ew e, eger hun rastî ti êrîşekê ji çi aliyekî ve hatin, Emerîka wê berevaniyê ber we de bikin, an tenê karê Emerîka parastina petrol û çerê DAIŞ’ê ye?

-Di vê derbarê de ez dikarim bibêjim Erê.

*Eger hun rastî êrîşekê hatin wê hêzên Emerîkî bervaniya we bikin rast e?

-Belê rast e û di vî warî de soz hene.

*Ji bo hebûna Tirkî ya li Rojhilatê Firatê, lihevkirineke Emerîkî, her wiha yeke Rûsî bi Tirkiyê re hene, ku di encamê de herêma navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de hat destnîşankirin, hun ji van lihevkirinan razî ne?

-Em bi baldarî biaxivin. Me bendên agirbest û vekişîna hêzan ji hin herêman qebûl kir û ev yek bi temamî ji aliyê me ve pêk hat, lê em hebûna Tirkiyê û rewakirina dagirerkiya Tirkiyê qebûl nakin, lewre me hin bend qebûl nekirin û derbarê wê de nêrîna me li ber çavan nehat standin.

*Tevî pêkanîna bendên girêdayî kurahiya vekişîna YPG’ê a Kurd û çekên giran jî, hîna jî Tirkiye dibêje ku bend bi giştî nehatiye cîbicihkirin?

-Bervajî wê, Tirkiye ev hevpeyman bi giştî binpê kirin. 17’Cotmehê navbera Emerîka û Tirkiye hevpeymanek pêk hat, em pabendî hemû bendên girêdayî me bûn, lê Tirkiye xwe nebihîstî kir û derdora mehekê êrîşên xwe berdewam kirin û hin herêmên ji derveyî hevpeymanê dagir kirin, ji hêla leşkerî ve me hemû bend pêk anîn.

*Me bihîst ku Rûsya destwerdan kir û rê li ber pêşketina Tirkiye li Rojhilatê Firatê girt, li hin herêma belav bû û riya Heleb-Qamişlo vekir, ev yek rast e? her wiha gelo hîna Emerîka navbera we û Tirkiyê de navbênkar e?

-Danûstandinên ne rasterast navbera me û Emerîkayê de têkildarî cîbicîkirina hevpeymana Enqereyê hene?

*Der barê çi?

-Derbarê binpêkirinên Tirkiye ji vê hevpeymanê re, hewldanên Tirkiye yên guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine, rêgirtina li ber vegera koçberan, talankirina malûmilkên sivîlan û hewldanên bichkirina hin kesên din li herêmê..ev mijar hemû Emerîka pabendî wan bûye, lê jê tê xwestin ku bihêle Tirkiye jî pabendî bendên Enqereyê bibe.

*Wek destpêk Tirkiye pln dike ku milyon kesî navbera Serê Kaniyê û Girê Spî bich bike,destpêka vê mehê li Londonê Serokkomarê Tirkiye Receb Teyip Erdogan di Lûtkeya Çar-Alî (Birîtaniya, Fransa û Almaniya) diyar kir ku ew ê plana xwe bi cih bîne, lê Ewropî tevlî bichkirina Sûriyên li deverên ne warên wan nabin, hevkarên we yên Ewropî di vê derbarê de çi ji we re gotine?

-Bêguman, Tirkiye ne tenê guhertina demografîk , lê belê qirkirina etnîkî jî pêk tîne.

*Qirkirina Etnîkî?

-Armanca Tirkiyê gelê Kurd tune bike, niha guhertina demografîk pêk tîne û armanca bingehîn jê jî qirkirina etnîkî ye, tevî ku gel koçberî herêmên hawîrdor jî bûne, lê ji topbarana rojane nefilitîne, tiştê ku Tirkiyê dike nayê qebûlkirin û divê ti piştgirî jê re neyê kirin ji ber ku çi piştgiriyek an erêkirinek ji planên Erdogan re bê kirin, wê demê em weke hevkariya Tirkiyê ya guhertina demografîk û qirkirina etnîkî bibînin.

*Em vegerin hevpeymanan, we lihevkirinek li gel Rêveberê Ofîsa ewlekariya Niştîmanî Lîwa Elî Memlûk derbarê belavbûna Hêzên Parastina Sînor ên Sûrî li ser sînorê Tirkiye û Rojhilatê Firatê pêk anî, çi ziraviyên vê lihevkirinê ne?

-Ev lihevkirin ne girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ye, me gelek caran ji hikumeta Sûriyê xwestiye ku hêzên xwe li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bike da ku ”buhaneyên” Tirkiyê yên dagirkirina xaka Sûriyê pûç bike. Berê hikumeta Sûriyê bi cidiyet nêzîk nedibû, lê piştî êrîşên Tirkiyê yên dawî, li Şamê cidiyet çêbû û me jî ji bo belavbûna hêzên Hikumetê li ser nuqteyên navbera hêzên me û hêzên Tirkiyê de erê kir. niha ti nuqteyên têkiliyê navbera me û hêzên Tirkiyê de nînin.

*Ev yek li gorî lihevkirina navbera we û Elî Memlûk?

-Rast e , bi navê Hikumetê hate îmzekirin û bi garantiya Rûsyayê ye.

*Ev lihevkirin ti hevkariyeke navbera QSD û Hêzên Hikumetê li dijî êrîşên Tirkiyê vedihewîne?

-Bi rastî gerke ev pirs ji Hikumeta Sûriyê bê kirin, ew dikare bersivê bide, niha armanc ji hebûna hêzên hikumetê, ragihandina hebûneke fermî li ser sînorê Tirkiyê ye, gerek e berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê, berxwedaneke niştîmanî hevbeş be.

*We ji Şamê xwestiye? bersiva wan çi bû?

-A baş tu ji wan bipirsî.

*Yek ji armancên hersereke yên Rûsyayê ji lihevkirina navbera we û Şamê, cîbicîkirina Hevpeymana Edeneyê ya sala 1998 e, rast e?

-Rast e.

*Lê weke ku tê zanîn li gorî hevpeymana Edene ku sala 1998an hatiye îmzekirin divê hevkarî navbera Şam û Enqereyê de li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bê kirin û Tirkiyê 5 KM derbasî xaka Sûriyê bibe, rast e?

-Rast e.

*Baş e, hun ji hevkariyeke di pêşerojê de navbera Şam û Enqereyê bi garantiya Rûsyayê li dijî we dilgiran in?

-Destpêkê bihêle ez xalekê şîrove bikim, me hemû bendên hevpeymana Sûtcihê erê nekirine, beriya niha me gotiye û dîsan em dibêjin, hin têbîninên me li ser hin bendan hene, bendên leşkerî bi temamî me erê kirin û pêk anîn, lê hin mijarên girêdayî pêşeroja Sûriyê û herêmê, em dibînin ne rast in û dûrî tiştên li ser erdê ne, her wiha xwedî bandoreke neyînî ne û em qet qebûl nakin.

Ji bo Hevpeymana Edeneyê, em dibînin ku ti zemîn ji bo pêkanîna vê hevpeymanê nîne, hevpeymana Edeneyê navbera dualiyan de ye, li vir divê Tirkiye piştgiriya komên Îxwan Muslimîn û opzisyona girêdayî wê bide sekinandin û divê rê li ber destwerdana Tirkiyê li Sûriyê bê girtin.

Halê hazir Tirkiye nikare vê yekê pêk bîne, Tirkiye bi hemû hêza xwe li Sûriyê ye û piştgiryê dide artêşa bi navê ”Azad” û ”Îxwan Muslimîn”, ti zemînek ji pêkanîna vê hevpeymanê re nîne.

*Lê parçeyek ji vê hevpeymanê pêk hat, ew jî girêdayî vekişîn û dewriyeyan.

-Ev milê leşkerî ye, têbîniyên me li ser bendine din in.

*Li herêmê Hêzên Emerîkî, Koalîsyon, Rûsî, Tirkî û Sûrî hene, ev rewşa tevlihev ji bo ne cihê fikarê ye, ku lihevdanek nvbera van hêzan de rû bide?

-Bi rastî rewş ji berê aloztir e, dibe ku rûdanin leşkerî ji nişkan ve derkevin, lê em hewldanên xwe ji bo rêgirtina li ber bûyerên bi vî rengî dewam dikin û em baş rewşê dişopînin, hevahingiyên me li gel Rûsya, hikumeta Sûriyê û Hêzên Emerîkî hene, heta niha hêzên me xebatên xwe weke ku tê xwestin bi rê ve dibin.

*Di lihevkirina li gel Şamê, milê siyasî hate paşxistin, ev yek rast e?

-Bi rastî rewşeke awarte hebû, li dijî êrîşên Tirkiyê pêwîstî bi hevgirtinekê hebû, lewre lihevkirin li gel hikumeta Şamê çêbû, lê ji bo lihevkirinên siyasî, di baweriya min de pêwîstiya wan bi dem û danûstandinên berfireh heye,

*Ji bo daxuyaniyên Şamê yên tevlîbûna QSD’ê nava artêşê ya endam endam, anku yek bi yek, helwesta we çi ye?

-Helwesta me pirr zelal e, QSD hêzeke Sûrî niştîmanî ye û parçeyek ji pergala parastina Sûriyê ye, û em dixwazin di pêşerojê de jî wiha bimîne, her wiha cihê xwe di destûra Sûrî de jî bigire.

QSD’ê ji bo parastina herêmê, piştî ku artêşa hikumetê xwe vekişand, hat avakirin, niha jî ji derve û ji hundir ve QSD li dijî hêzên Tirkiyê û komên terorîst parastina herêmê dike, me dikarî pirrengiya û niştîmaniya wê biparêzin, lewre em dixwazin ku ev hêz cihê xwe yê guncaw di pergala parastina Sûriyê de bigire, ew jî bi riya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên hatine rizgarkirin û ev hêz bi erka xwe ya niştîmanî li herêmên xwe weke parçeyek ji artêşa Sûrî pêk bîne.

*Hejmara Hêzên Sûriya Demokratî weke artêş û polîs çiqas in?

-Ji ber sferberiya ku di encama êrîşên Tirkiyê li herêmê hat ragihandin, hejmara QSD’ê zêde bû, niha hejmar 80 QSD’ê hezar e, li rex wê jî 30 hezar Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene, bi vê yekê bi giştî 110 hezar şervan in.

*Ev têrê dike ku du feyleq bên avakirin?

-Belê.

*Ji milê leşkerî ve, hun çawa dikarin vê hêzê weke hêzeke cudayî artêşê biparêzin?

-Li cîhanê tecrûbeyên bi vî rengî pirr in, ev hêz li ser erdê heye, em ji nû ve ava nakin, di dirêjahiya 8 salan de vê hêzê erka xwe ya parastinê pêk anî û xwedî fermandar û leşker e, dibe ku bibe du feyleq-wekî min anî zimên- an jî weke Fermandariyek Leşkerî ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî di 3 herêman de, di artêşa Sûrî de.

*We ev yek ji bo Şamê pêşinyar kiriye?

-Danûstandin li gel Şamê berdewam in, ferq û cudahî di nêrînan de heye û armanca me çareseriyeke hevbeş.

*Li gorî wê wê çareserî çawa be?

-Divê QSD’ê li gorî taybetmendiyên xwe bimîne, endamên wê li herêmên xwe leşkeriya xwe bikin, xwedî fermandarî be û divê fermandariya wê ya halê hazir be, lê pêkan e hin sererastkirin li gorî forma giştî ya artêşa Sûrî pêk werin.

*We ev yek pêşinyarî Rûsyayê jî kiriye?

-Belê, Rûs bi erênî nirxandin û niha navbênkariyê dikin ji bo vê mijarê.

*Gelo Rûsya helwesta we ji ya Şamê bêhtir li ber çavan distîne?

-Ji ber Rûsya xwedî roleke garantor e, hewl dide çareseriyek ku em herdu alî razî bibin pêk bîne.

*Pêkan e tecrûbeya feyleqa Pêncemîn a Rûsî xwe dûbar bike?

-Na, em bewhsa hêzeke ku li ser erdê heye dikin, vê hêzê şerê teror û dagirkeran kiriye û îspat kir ku xwedî rêber û saziyên leşkerî yên bihêz e, ev hêz heye û pêwîstî bi avakirina hêzeke din nîne”wekî ku feyleqa Pêncemîn li başûrê Sûriyê”hate avakirin.

*Helwesta Emerîkayê çi ye?

-Di baweriya min de eger em gihaştin çareseriyek li gorî xwestekên me, Emerîka wê vê yekê red neke.

*Dibêjin ku QSD hêzeke Kurdî ye û YPG’ê stûna wê ye, gelo QSD’ê çawa pêk tê?

Min jî ev yek bihîstiye, ev tawan ne rast in, bi taybet dagirkeriya Tirkiyê van tawanan belav dike.
QSD hêzeke Sûrî, niştîmanî ye, ji hemû pêkhateyên gelên Sûrî ji Ereb, Kurd, Asûr, Turkmen û Ermenan pêk tê, ev pêkhate xwedî nûner in di fremandariyê de.

*Lê hin kes dibêjin ku rêjeya Kurdan li Rojhilatê Firatê ne bi qsî nîvê gel e, hin tawan hene dibêjin ku Kurd herêmên Ereban kontrol dikin?

-YPG’ê di destpêkê de herêmên Ereban ji DAŞ’ê rizgar kirin, ev di destpêkê de bû, lê piştî ku QSD bi riya tevlîbûna girûpan, di nav de ên Ereb, hat avakirin, êdî QSD herêmên Ereb rizgar kirin, her wiha fermandariya Meclisên Leşkerî li herêmên leşkerî weke Minbic, Dêra Zor, reqa û Tebqayê,eger ne bi giştî be, ppiraniya xwe ji ciwanên herêmê û pekhateya Ereb in, ew bi xwe fermandariya xwe ava dikin.

*Hin dibêjin ku pirojeya we, pirojeyeke parekirinê ye û dûbarekirina tecrûbeya Kurdistana Iraqê ye, ji bo vê yekê hun çi dibêjin?

-Rewşa vir ji ya Kurdistana Iraqê ku piraniya xwe Kurd in, cuda ye, em niha li herêmeke pirpêkhate ne, hin herêm piraniya xwe Ereb in, weke Dêra Zorê û Reqayê, me gelek caran tekez kiriye ku pirojeya me ne parçekirin û avakirina dewletekê e, mijar girêdayî gelê herêmê ye.

*Aliyê wê yê siyasî Rêveberiya Xweser e, hun dixwazin wê ji Rêveberiya Xwecihî biparêzin, ku Şamê pişinyar kiribû, rast e?

-Mijar di bingeha xwe de bi têgehan ve negirêdayî ye, cewherê mijarê ew e ku herêm pêweîstiya xwe bi Rêveberiyeke Siyasî û aliyekî siyasî heye. Nenavendî eger xwecihî be yan xweserî be divê xwedî aliyekî siyasî be û divê gelê herêmê herêma xwe bi rê ve bibin û erka leşkerî li herêmên xwe pêk bînin.

Nimûneya heyî ne parçebûn e, em dixwazin dûrî têgihan vê nimûneyê biparêzin.

*Ji bo defîne û petrola li Rojhilatê Firat, gelo ev qaxezek e di danûstandinên bi Şamê re?

-Me erka xwe ya niştîmanî ya parastina xêrûbêrên vê herêmê di vî şerî de pê anî, me nehişt ku bikeve destê terorîstan de û me nehişt ku li dijî dewleta Sûrî were bikaranîn, em dikarin bibêjin ku heta niha jî em vê defîne û xêrbêran bi hemû gelê Sûriyê re parve dikin.

*Petrol jî?

-Tevî şerî jî, Heta niha em hewl didin ku hemû ji van xêrûbêran sûdê wer bigirin, me erka xwe pêk anî, heta ku li gorî destûrê ev yek pêk bê.

*Çi mebesta te ji ”Li gorî destûrê” ye?

-Mebesta min ew e ku li gorê destûrê hemû gelê Sûriyê ji van xêrûbêran sûdê werbigire, ev defîne û xêrûbêr ên dewleta Sûrî ne, lewre divê dewleta Sûrî bi awayekî wekhev wan li ser gel belav bike, her gotineke derbarê bikaranîna van xêrûbêran ji bo berjewendinê takekesî ne rast in, em van xêrûbêran bi hemû gel û parêzgehên Sûriyê re parve dikin.

*Di nav de hikumeta Sûriyê? nemaze ku hin ji vê petrolê diçe herêmên Hikumetê.

-Belê, di nav de hikumeta Sûriyê, her kes vê yekê dizane, lê ev yek bi awayekî ne rasterast pêk tê, tevî ku di vê derbarê de ti lihevkirin navbera me û Hikumetê de nîne jî, em hewl sisin ku ku hemû gelê Sûriyê sûdê ji vê petrolê bigire. Keherebe ji bendavê Tebqayê diçe Helebê û herêmên rojava jê sûdê werdigirin, Petrola li Cizîrê û Dêra Zorê diçe herêmên rojava ku di bin kontrola hikumetê de ne.

*Derbarê berhemdayîna petrolê ti jimar hene?

-Ez di vî warî de ne pispor im, lê ez tekez dikim ku bi awayekî wekhev ev xêrûbêr digihin hemû herêman.

*Çima danûstandin navbera wwe û opzisyonê de nîne?

-Di baweriya min de fişarên Tirkiye xwedî bandorek e di nêzîkatiyên opzisyona nerm ku tê qebûlkirin bi me re, êrîşên Tirkiyê xwedî bandor bûn, ji ber di van êrîşên de ”Girûpên Opzisyonê” desteka Tirkiyê bûn.

*Danûstandin sekinîne?

-Belê sekinî ne û ti pêşketin nînin.

*derbarê têkilî û pêwendiyên te bi serok Trump re, her wiha ihtîmala serdaneke te ji bo Washngtonê, tu çi dibêjî?

-Pêwendiya yekemîn li gel Trump di dema ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmê de pêk hat, serokê Emerîkayê soz da ku ew ê bi Erdogan re biaxive da ku êrîşan rawestîne, 17’ê Cotmehê agirbest hat ragihandin.

Pêwendiyan duyem jî bi mebesta ku ji me re bêje wê hêzên Emerîkî li herêmê bimînin û dê li gel me hevkariya xwe berdewam bikin, pêk hat.

Ji bo gotûbêjkirina van mjaran, ez vexwendî Washngtonê kirim, ji bo hevdîtinekê pêk bînin.

*Gelo demeke destnîşankirî ya serdana te heye?

-Didema guncaw de em ê serdanê bikin.

*Lê Tirkiyê ji vê yekê ne razî ye û red dike?

-Niha, guhertineke demografîk li herêmên dagirkerî pêk tê, çi li Efrîn û çi jî li herêmên nû hatine dagirkirn. ev mijareke xeter e, ne tenê hebûna Kurdan dike hedef, lê belê hemû gelê Sûriyê dike hedef, Tirkiye dixwaze xaka Sûriyê bi ser Tirkiyê ve bike û divê Civaka Navdewletî û raya giştî ya Erebî rê li ber van plana bigirin, ji ber ku pêleroja Sûriyê bi giştî dike hedef.

Leave a Reply

Back to top button