Şarederiyên HDP’ê yên Kop û Lîzê hatin dorpêçkirin

Dewleta Tirk a dagirker îro jî şaredariyên navçeyên Mûşê yên HDP dorpêç kirin. Piştî şarêdariyên Kop û bajaroka Lîz ya Vartoyê dorpêç kirin, hevsorêkên şarêdariyan ji wezîfeyê girtin û binçav kirin.
Ji aliyê din ve li Edene û Meletiyê jî 8 kes hatin binçavkirin.

Hevserokên Şarêdariya navçeya Mûş Vartoyê, Ulku Kara-aslan û Mahmut Yalçin û hevserokên şarêdariya navçeya Kopê Eylem Saruca û Adnan Topçû îro di serdegirtian malan de hatin binçavkirin.

Tevî binçavkirinê polîsan avahiya şaredariya Kopê dorpêç kirin.

Piştî lêgerîna malê bi dawî bû, polîsan hevserokên HDP birin avahiyên şaredariyên HDP.

Ji aliyê din ve polêsan şaredariya bajarokê Lîz ya girêdayî navçeya Kopê jî dorpêç kirin.

Polîsan ji bo binçavkirinê bi ser mala hevserokê şarêdariyê Dîlaver Keskîn de girtin, lê belê ne li malê bû.

Her wiha Polîsan li Edene û Meletiyê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes binçav kirin.

Li 46 gundên Bedlîsê jî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button