QSD: Êrişên li ser Til Temir, Eyn-Îsa û Zirganê didomin

QSD’ê bîlançoya êrîşên 3 rojên dawî yên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên sivîlan dike.

Navenda Ragihadin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrîşên 3 rojên dawî yên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê,

Artêşa Tirk a dagirker li heremê tevgera xwe ya balafirên keşfê didomîne û gelek qadên sivîlan hedef digre.

Li êniya Ziryanê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan êrişî gundê Til Werid kir.

Li êniya Til Temirê jî komên çete ji gundên Amriyê, Erbeîn û Ing Elhewa êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî kirin.

QSD’ê diyarkir ku di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane êrîşan û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Li êniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran êrîşî gundên Qiz Elî, Sewame, Xifiyê, Dibis û Xirbit Faris kirin.

QSD diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji bo dagirkeriya xwe berfireh bikin hewl dane ku pêş de werin, lê belê şervanên QSD’ê di çarçova parastina rewa de bersîv dane.

QSD’ê ragihand ku di encamê êrişên artêşa Tirk a dagirker de 2 şervanênên QSD’ê şehîd, 3 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button