Li Êlihê êrîşa malbatên Êzîdî kirin

Malbatên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye dimînin rastî êrîş û zextan tên.
Li bajarê Elihê malbatên Êzidî yên ku piştî çend salan erdên xwe bi dest xistin, rastî êrîşê hatin.

Malbatên Êzidî yên li gundê Kelhoka Bişêriya Êlihê ku di salên 1990’î de, erdên xwe radestî rûspiyên malbatên Karabûlût û Bîter kirin rastî êrîşê hatin.

Êzidiyan erdê xwe emanetî van kesan kiribûn û ji ber şidet û zextên hikumeta faşîst a dewleta tirk neçar mabûn ku koçberî Ewrûpayê bibin.

Lê belê piştî 20 salan vegeriyan û dîtin ku erdên wan hatine desteserkirin.

Malbatên Êzidî ji bo ku dîsa erdên xwe bi dest bixin doz vekiribûn.

Piştî têkoşîna hiqûqî ya 8 salan malbatan erdên xwe bi dest xistin.

Lê malbatên Bîter û Karabûlût gelek caran êrîşî malbatên Êzidî kirin.

Herî dawî îro dema malbatên Êzidî ji otelê derketin komek ji 6 kesan bi daran êrîşî wan kirin.

Di êrîşê de Nedîm Erkîş ê ku li Kelhokê erdê wî heye û Cevdet Tûkû, birîndar bûn.

Êrîşa li dijî Êzîdiyan
Mala Êzidiyan a Oldenburgê êrîş şermezar kir

Mala Êzidiyan a Oldenburgê ya li Elmanya têkildarî vê êrişa li dijî malbatên Êzidî daxuyaniyek nivîskî da.

Mala Êzidiyan di daxuyaniyê de êriş şermezar kir û banga xwedî-derketina li malbatên
Êzidî kir.

Leave a Reply

Back to top button