Karker û cotkarên Reqa û Tebqayê: Komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin

Karker û koçberên Reqa û Tebqayê destnîşan kir ku Erdogan bi derewan dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike, lê ew wan îdiayan red dikin.

Bi dehan endamên Yekitiya Karker û Cotkarên Reqa û Tebqayê li pêş avahiyê saziyên xwe ya li navenda bajarê Reqayê kom bûn û daxuyanî dan.

Karker û cotkaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên xwe DAIŞ û Cebhet El Nusrayê komkujiya pêk tîne û bi êrîş û koçberkirinê dixwaze plana guhertina demografiyê bixe dewre.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî sûcên şer û dagirkeriya dewleta Tirk a ser xakên Sûriyê jî hate şermezarkirin.

Karker û cotkarên Reqa û Tebqayê her weha piştevaniya xwe ya bi Berxwedana Rûmetê û şervanên QSD’ê re jî tekez kirin.

Yekitiya Karker û Cotkarên Reqa û Tebqayê bang li civaka navnetewî kir ku bi lez dagirkerî û komkujiyên ku Tirkiyê pêk tîne rawestînin û pêşî li plana guhertina demografiyê ya dewleta Tirk bigirin.

Leave a Reply

Back to top button