Şêniyên Minbicê ji bo destûra nû ya Sûrî meşiyan “divê destûr nûnertiya tevahî gelê Sûriyê bike”

Li ser banga Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Minbicê bi sedan kes bi daxwaza destûreke nû ya Suriyê meşek lidarxistin.
Beşdarên meşê xwestin ku destûra nû nûnertiya tevahî pêkhateyên Sûrî bike.

Tevî nûnerên Rêverberiya Sivîl a Minbicê ji bajarê Minbicê û gundewarên wê bi sedan tevlî meşê bû.

Meş li navenda bajêr, li pêşiya Çarxeriya El-Mîzan a li ser rêya Helebê dest pê kir.

Girseyê di meşê de wêneyên siyasetmedar Hevrîn Xelef û ala mezin a Partiya Pêşêrojê ya Sûrî hilgirt û daxwaza destûreke nû a Sûrî anî ziman.

Piştî meşê li Qada Giştî ya Minbicê mîtîngek pêk hat.

Di mîtîngê de li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îmad Mûsa axivî û anî ziman ku DAIŞ’ê bi destê şêniyên herêmê têk çû, paşê ev herêm bûn nimûneya ewlehî û aramiyê.

Mûsa diyar kir ku divê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civîn û danûstandinên navdewletî ku yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bibin.

Piştre li ser navê rêxistinên civaka sivîl Abdullah Hico axivî û anî ziman ku divê destûra Sûriyê nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê bike û mafên wan mîsoger bike.

Meş bi siloganên dilsoziya şehîdan bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button