Erdogan çav berda petrola Bakurê Sûriyê

1’emîn Forûma Penaberan a Gerdûnî li Cenevê dest pê kir. Serokkomarê Tirk Erdogan ku çav berdaye hemû berhemên Bakûr û Rojhilatê Sûriye, di forûmê de xwest ku petrola Sûriyê derxînin. Erdogan îdîa kir ku ew ê bi pereyê petrolê, alîkarî bidin koçberên ku li Bakûrê Suriyê bi cîh bikin.

1. Forûma Penaberan a Gerdûnî bi pêşengiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî li Cenevê dest pê kir.

Tevî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî nûnerên 120 dewletan beşdarî forûmê bûn.

Forûma li Cenêvê wê 2 rojan dewam bike û tê de krîza penaberan a li dinyayê wê were nîqaşkirin û rêyên ‘çareseriyê’ bên nirxandin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û nûnerên Swîsre, Pakistan, Etiyopya, Elmanya û Kosta Rîca bal kişandin ser krîzên penaberan ên dema dawî û projeyên çareseriyê destnîşan kirin.

Serokomarê Tirk Erdogan jî li forûmê axivî û îdîa kir ku li tevahî cîhanê welatê ku herî zêde ji penaberan re malovaniyê dike Tirkiye ye.

Erdogan xwest ku petrola li Bakurê Sûriyê radestî Tirkiyê were kirin û îdîa kir ku wê bi pereyê petrolê alîkariya pênaberên ku li herêmê werin bicîhkirin bike.

Li cenevê nerazîbûnên li dijî Erdogan
Erdogan li pêşiya Ofîsa “NY” hat şermezar kirin

Her wiha li pêşiya Ofîsa Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî bi sedan Kurd û dostên xwe kom bûn û Erdogan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Leave a Reply

Back to top button