Erdogan û Putin bi riya telêfonê axivîn

Serokê Rûsya Pûtin û serokkomarê Tirk Erdogan bi riya telêfonê axivîn. Hat diyarkirin ku di her du alî rewşa Bakûrê Sûriyê, şerê Idlibê û hevkariya Rusya û dewleta Tirk nîqaş kirine.

Kirêmlên a Rûsyayê têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, Pûtin û Erdogan ji bo şerê li dijî rêxistinên terorîst yên li Sûriyê hevkariya xwe teqez kirin.

Her wiha her du aliyan, têkildarî misogerkirina ewlehiyê li Idilib û Bakurê Sûriyê de rewşa dawî ya pêkanîna tifaqa di navbera Rûsya û Tirkiyê de nîqaş kirin.

Serokkomariya dewleta Tirk jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Erdogan û Putin di axaftina xwe de bûyerên dawî yên li Lîbya û Sûriyê nîqaş kirine.

Leave a Reply

Back to top button