Rêveberiya Xweser: Ti astengî li pêşiya enks’ê nîne ku buroyên xwe veke

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKS’ê nîne ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe dewam bike.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Li ser banga Hêzên Sûriye Demokratîk a bi armanca yekîtiya xîtaba siyasî ya kurdî em ragdighînin ku ti astengiyên qanûnî li pêşiya ENKS’ê tinene ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe dewam bike.

Desteya Hundirîn destnîşan kir ku armanc jê vê gavê ew e ku hemû astengiyên li pêşiya poresa jinûve avakirina baweriyê di navbera hemû saziyên siyasî û rêveberî de ji holê rabin.

Her wiha desteyê ragihand ku dozên li pêşberiya dozgeriyê yên li dijî kesayset û serkirdeyên ENKS’ê yên li derveyî welat bêyî cûdabûn betal dikin.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser bang li endamên ENKS’ê kir ku ti kelem li pêşiya wan nîne ku vegerin Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çalakiyên xwe bi serbestî dewam bikin.

Der barê dosyaya girtî û windahiyan de di 15’ê vê Kanûnê de me lîsteyek ji 10 navan ji Desteya Serokatî ya ENKS’ê wergirt û radestî QSD’ê kir.

Ji bo şopandina rastiyan û lêpirsîna di dosyayê de me komîteyek ava kiriye.

Di demekê nêzîk de em ê hemû bi ENKS û fermandarên QSD’ê re encamên xebatên vê komîteyê ragihînin.

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê:
ti astengî li pêşiya ENKS’ê nîne ku buroyên xwe vekin û karê xwe dewam bike

Leave a Reply

Back to top button