LI PARÎSÊ ERDOGAN Û TURMP HATIN PROTESTOKIRIN

Li paytexta Fransa Parîsê , serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê Emerîkayê Donald Trûmp ji aliyê hezaran kesan ve hatin şermezarkirin.

Ji ber salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Parîsê merasîmek hate lidarxistin û rêveberên 70 welatan tevlî merasîmê bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, Serokê Emerîkayê Trûmp û Serokê Rûsyayê Pûtîn jî di nav wan de cih girtin.

Li hemberî Erdogan û Trûmp li Parîsê bi hezaran kes daketin qadan.

Çalakiya şermezar kirinê li Qada Repûblîqûeyê hate lidarxistin.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Bêrîvan Firat axivî û got:

Şermek mezine ku dîktatorekî ku hemû polîtîkaya xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye, bi hêsanî were Fransayê.

Ev ne tenê şerm li Fransayê ev şerme ji ewrupayê re jî.

Her wiha beriya vê mîtînga li vê derê sê endamên tevgera Femenê li pêşiya konvoya Trûmp çalakiyek li dar xistin û ji aliyê polîsan ve hatin girtn.

Leave a Reply

Back to top button