Nobeta ‘ji Ocalan re azadî’ di hefteya 391’an de dewam dike

Çalakiya nobetê ya li Strasboûrgê ku ji bo azadiya Rêber Ocalan tê lidarxistin, bi komeke nû di hefteya 391’an de dewam dike.

Nobeta Ji Ocalan re Azadî ya li Fransayê li ber Konseya Ewrûpayê a li Strasboûrgê tê meşandin, kete hefteya 391’an.

Hefteya borî koma ji Drancyê ya Parîsê di çalakiya nobetê de bû.

Vê heftiyê jî 5 Kurdistaniyên ku ji Vîllîers-le-Belê (Vîyer lo bel) hatine nobet dewr girtin.

Li ser navê komê Nadîr Ozdemîr diyar kir ku Ocalan û têkoşîna azadiya Kurd pergalên faşîst ditirsîne û got,
“Xwedîderketina li Rêbertî peywira a ya sereke ye û em ê bi her awayî vê pêk bînin.”

Leave a Reply

Back to top button